ŞÊX MUHEMMED NURULLAH CIZÎRÎ: ALIM, ARIF Û REWŞENBÎR

BİLGİ, EYLEM VE İRFAN SAHİBİ BİR DERVİŞ: ŞEYH NURULLAH SEYDA Kürtçenin, Türkçe Tercümesi Yazımızın Altındadır

TASAVVUF 09.03.2021, 19:20 26.03.2021, 01:25 Ramazan Peri
ŞÊX MUHEMMED NURULLAH CIZÎRÎ: ALIM, ARIF Û REWŞENBÎR

Avakirin û pêşketina dînê Îslamê li ser sê esasan hatiye. Lewra guherînên mezin, tevgerên vejandin û islahê yên di hizra Îslamî de jî buye nesîbê wan boçûnên ku zanîn, irfan û çalakbûnê di heman boteyê de anîne cem hev. Çalakbûna bê zanîn dibe sedema radîkalîzma hişk, zanîna bê çalak jî dibe sedema arzuyên xwerû entelektuel û bê feyde. Zanîn û çalakbûna bê irfan jî zahidiyek tebîet-hişk e. Ji aliyek din ve, ev sê esas beramberî bunyeya însan a biyolojik û psîşîk e jî. Zanîn beramberî mejiyê insan e û irfan beramberî qelb û dilê wî ye. Çalakî jî dibe beramberî hemû lebatên însan. Bi vî awayî însan dibe alema piçûk ango însan hebûn, kozmos û jiyan bi xwe ye.

Di dîroka Îslamê de hevrebûna van esasan çi weqt zeîf buye heman weqtî de sîmayên mezin ên ku çareseriya vê pirsgirêkê geriyane jî perwerde bune. Kesayetên wek Îmam Xezalî, Îmam Rebbanî û Bedîuzzeman Seîd Nursî hem bûne damezrînerên konseptek nû hem jî ji bo wê mîrasa ku zeif buyî an jî mirî, bûne avakerên nû. Bi dîtina min Şêx Muhemmed Nurullah Seyda jî yek ji wan kesayetan e. Wî kesayeta xwe ya ilmî di berhemên xwe yên wek Esrârut-Tesewuf, Buzûr û Heqâîq, Tenînut-Tebi‘e, Cemul-Cewâmi‘, Xulâsetut-Telxîs, Rîsaleya Qelle Delle u di Dîwana xweya Kurdî de nîşanî me daye. Di van berheman de Seyda, hem felsefeya xwe ya xwezayê şîrove dike hem jî derheqê hin meseleyên ilmî de nêrînên nû pêşanî me dide.

ŞÊX MUHEMMED NURULLAH CIZÎRÎ: ALIM, ARIF Û REWŞENBÎR

Ev berhemên wî, ji aliyekê ve nêrînên şêxekî yên derheqê dinya û xwezayê ji bo me pêşkeş dike, ji aliyek din ve bihevreyiya razber û şênber, alema menewî û alema berbiçav, medrese û tekyayan, mescîd û dergahan jî derpêş dike.

Weke tê zanîn di alema Îslamê de piştî Îmam Xezalî zanistên ilmî û irfanî bihevre hatine xwendin û hizrkirin. Ev konsepta nû, di serdema terîqetên neqşebendî û bi taybetî di şaxa Xalidîtiyê de hêztir û pêşdetir çuye. Di medreseyên Kurdan de jî bi bandora Xaliditiyê hem zanistên ilmî û hem jî zanistên irfanî bihevre hatine tetbîq kirin. Ev hevrebûn ji aliyek din buye sebeba pêşveçûna edebiyata Kurdî jî. Herweha ew berhemên di serdema Xaliditiyê de hatine nivîsîn ji serdema klasik a ku Melayê Cizîri, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî tê de jiyaye gelek zêdetirin. Ev jî nîşan dide ku Şêx Nurullah Cizîrî di nav kevneşopiyek dewlemend de perwerde buye û bi qabiliyeta xwe ya ilmî û irfanî di warê edebiyata Kurdî de jî berhemdar buye. Ji aliyek din ve jî Şêx Nurullah ji bo edebiyata Kurdî girîng e. Çimkî di dîroka Îslamî de forma tesewufê ji bo edebiyata gelan wek fersendekê hatiye nirxandin. Eger tesewuf nebuya bi xwerû zanistên medreseyan, ku ziman bi Erebî bu, ev pêşveçûn çênedibu. Rola Şêx Nurulllah Cizîrî jî pêwîst e di nav vê çarçoveyê de bê nirxandin.

Ji aliyek din ve Seyda ji wan navên ku pêşengên hişyarbûn û serwextbûna Îslamî ye jî. Di warê medya û ragihandinê de û wan mecrayên teknîk û teknolojik de ji bo peyamên Îslamê zûtir û belavtir bigihîne girseyên civakî xebatên giranbuha kiriye. Di vê çarçoveyê de kovar û radyoyên Îslamî yê ku bi pêşengiya wî derketî hene. Bi vê çalakiya xwe Seyda, nişan daye ku tesewuf ne wekî sedsalan tê gotin halê bêlebatiyê ye. Bileks tesewuf her tim di nav jiyanê de ye û hetta ew jiyan bi xwe ye.

Şêx Muhemmed Nurullah hem însanekî alim û çalak hem jî ehle qelb û dilan e. Di rêzik û rihê Dîwana wî de kesayetiya wî ya tesewufî û têkiliya wî ya bi hikmet û irfanê bi eşkere tê dîtin. Dîsa tê dîtin ku Seyda di nav wan pêvajoyên seyrusulukê /terbiyeya me‘newî de perwerde buye û gihîştiye merheleyên bilind. Seyda bi vê berhema xwe ya giranbuha nîşanî me dide ku zanîn û çalaki bê estetîk ne mumkin e. Di vê çarçoveyê de wî tabloyek berfireh ji bo me resmkiriye ku di vê tabloyê de ji felsefeya Yewnanê û Hindê heta felsefeya Îslamê, ji ilmê Tibbê heta Astronomiyê, ji Mewlana Celaleddînê Rûmî heta Melayê Cizîrî wêneyên hikmetê hene.

Şêx Nurullah xususen Melaye Cizîrî ji xwere wek seyda u ustad dîtiye. Têgehên felsefî û tesewûfî wek heqîqet, nûr, tecelli, merîfet û işqê, ku di dîwana Melayê Cizîrî de cihê xwe girtine, di Dîwana Şêx Nurullah de jî dibin bingeha hizra wî ya felsefî û tesewûfî. Li gorî vê boçûna taybet, Xuda û xweza, alema razber û alema şênber, nefs û beden, dinya û axret her tişt di nav formeke estetîk de tê şîrove kirin. Ev jî dibe sedema çêkirinên edebî û zanistî yên orjînal. Şêx Nurullah di edebiyata Kurdî de rêya Melayê Cizîrî şopandiye lê teşe û şêweyên nû û xweser jî pêk aniye. Em wî di warê edebiyata Kurdî de wek nunerê islahetparêziyê dibînin. Belkû Şêx Nurullah di tarîxa edebiyata Kurdî de cara yekem mesele û pirsgirêkên civakî exîstiye di nav edebiyata Kurdî de. Wek meseleyên ittîhad û biratiyê, nexweşiyên rihî, di ilm û fenn û teknîkê de rewşa misilmanan bûne mijarên helbesta Şêx Nurullah.

Di helbesta Şêx Nurullah de hem uslûba klasîk hem jî uslûba modern xuya dike. Bo nimûne, ew îfadeyên derheqê pesnên Pêxember (silava Xudê li ser be) de ji konteksa klasîk wuha sûd wergirtiye:

Leyla û Zuleyxa û Eyaz tev Zîn û Şîrîn

Çaxê sibehê’m tê çi bikî ji va Mûm û finda

Yek zulfê ku derxînim ji bin perde û çarê

Dê gorî bibin çend periyê di baxê Îrem da.

Dema em bala xwe didin helbesteke wî ya dîsa derheqê pesnên canabê pêxember em vê carê wî di çarçoveyek/konteksek modern de dibînin ku di vê helbesta xwe ya bê hempa de muqayeseya pêxember bi feylesof û lehengên klasîk û modern dike. Seyda wek ev helbest jî nîşan dide ji alema şerq û xerbê û ji bûyer û tevgerên fikrî, civakî û siyasî yên navneteweyî haydar e. Hem di warê dîn û felsefeyê de ji lehengên klasik ên wek Aristoteles û Platon ku feylesofên Yewnana Antîk in, Buda û Konfîçyus ku feylesof û pêşengên dînî yên Çîn û Hindistana qedîm in, hem jî ji yên modern ku wek Kant, Voltaire, Rousseu ku feylesofên Alman û Fransî yên di sedsalên dawî ne, ji wan teva agahdar e. Ji aliyek din ji wan lehengên siyasî yên qedîm û modern jî yên wek Husrev Enuşîrvan, Keyhusrev, Otto von Bîsmark, Gandî û Cevahirlal Nehru, agahdar e. Seyda van nava teva di nav helbestekê de digihîne hev û wuha dibêje:

Di babê hikmet û edla te yê pur

Bila Solon û Nûşîrvan xuya bê

Ji te ra sed Qeyser û Xusr û Bîsmark

Hezar Konfuçîs û Buda xulam bê

Bila rûnin d’sefa fermanê ‘alî

Hezar Sokrat û Eflatûn bila bê

Bila rawestin Gandî û Nehrû

Hezar wek wan bila maçkin rikabê

Wekû Îqbal û Rousseu û Voltaire û Kant

Bi medhê himmeta te rûnê û rabê

Şêx Muhemmed Nurullah hem ne mutesewifek ji rêzê ye û hem jî ne şêxekî dixwaze tesewufek dijî xurafe û baweriyên dijî şerieta Îslamê ava bike. Di vê çarçoveyê de Seyda wek islahetparêzek ku tekoşînek li hember xurafeyan dide xuya dike. Derdê wî şeriet û tesewufê bigihîne hev e.

Dawîn, bi hêviya ew berhemên nivîsî û çalakiyên wî yên ji bo islaheta ummeta Îslamê bê derkandin, pîrozbahiya hemi amadekaran, ji bo kurên wi Îrşad Seyda, Hazret Seyda, Weşanxaneya Nubihar, Huseyîn Şemrexî u Suleyman Çevik sipas dikim, duayên xêrê ji Xudayê mezin dikim ku ev berhem ji bo muhîtên ilm û irfan û edebiyatê bibe sedemên xêrê û fersendek nû.

ŞÊX MUHEMMED NURULLAH CIZÎRÎ: ALIM, ARIF Û REWŞENBÎR

Türkçe Tercümesi

BİLGİ, EYLEM VE İRFAN SAHİBİ BİR DERVİŞ: ŞEYH NURULLAH SEYDA

İslam üç esas üzerine kurulan ve bu esaslar üzerine gelişen bir dindir. Nitekim İslam düşüncesinin pratik tarihinde cereyan etmiş büyük dönüşümler, ihya ve ıslah hareketleri de bilgi eylem ve irfanı bir potada buluşturan yaklaşımlara nasip olmuştur. Bilgi olmadan eylem kuru radikalizme, eylem olmadan bilgi ise salt entelektüel hazlara açılırken; İrfan’ız bilgi ve eylem ise kaba bir yobazlıktır. Öte yandan bu üç esas, insanın biyolojik ve psişik yapısına da uygun düşer. Bilgi insan beynine karşılık gelirken, irfan insanın kalp ve gönül dünyasına, eylem ise insanın bütün uzuvlarına karşılık gelir. Böylece insan varlığın, kozmosun ve yaşamın bizzat kendisi olarak küçük âlemdir.

İslam tarihinde bu üç temel esasın beraberliğinin zayıfladığı dönemlere paralel olarak çözüm arayışları getiren büyük simalar da yetişmiştir. İmam Gazali, İmam Rabbani ve Bediüzzaman Said Nursi gibi şahsiyetler hem yeni bir konseptin kurucu isimleri hem de zayıflamış ve ölmüş olanın tekrar inşa edicileri olarak ön plana çıkmışlardır. Kanaatimce Şeyh Nurullah Seyda da bu çerçeveye sığdırılabilecek önemli bir isimdir. Seyda, entelektüel kişiliğini yazdığı önemli ilmi eserleriyle ortaya koymuştur. O yazdığı Esraru’t-Tasavvuf, Buzûr ve Hakâik, Taninu’t-Tabi‘a, Cem‘u’l-Cevâmi‘, Hülâsetu’t-Telhîs, Risale-i Kelle ve Delle gibi eserlerinde hem doğa felsefesi alanında önemli açılımlar yapmış hem de önemli ilmi meselelerde farklı bakış açıları sergilemiştir. Bu eserleri aynı zamanda bir şeyhin dünyaya ve tabiata dair yaklaşımını ortaya koyarken öte yandan medrese ve tekkelerin, mescid ve dergâhların birbirinden ayrılmaz olduğunu da ortaya koymaktadır.

Nurullah Seyda yaşadığı dönemde İslami uyanışın ve bilinçlenmenin de önemli isimlerindendir. Medya ve bilişim alanında ve İslami öğretilerin kitlelere daha hızlı ve güçlü yayılması ile ilgili mecralarda yaptığı çalışmalar, tasavvufun asırlardır algılanan haliyle bir tür eylemsizlik olmadığını tam aksine hayatın bizzat kendisi olduğunu ortaya koyması açısından önemlidir. Böylece bir eylem insanı olarak Seyda, Türkiye’de İslami uyanış ve mücadelenin belli başlı liderlerindendir.

Nurullah Seyda bir entelektüel ve eylem adamı olmakla beraber aynı zamanda bir gönül insanıdır. Tasavvufi terbiye süreçlerinin insanı kemale erdiren merhalelerinden geçmiş Seyda’yı, bir gönül insanı olarak elinizdeki divanın satırlarında ve ruhunda görmeniz mümkündür. Bu eserinde Seyda İslam’ın bilgi ve eylem esaslarının estetikten yoksun olamayacağını ortaya koymaktadır. Böylece onu divanında Yunan ve Hind felsefesinden İslam felsefesine, tıptan astronomiye, Mevlana’dan Melayê Cizîrî’ye uzanan geniş bir hikmet tablosu çizerken göreceksiniz. Seyda bu eseriyle zaman ve mekânın, tarih ve coğrafyanın, kültür ve siyasetin ötesine geçmeyi temsil eden gönül dünyasına önemli bir kapı açmıştır.

Seyda alışılagelen bir derviş olmadığı gibi tasavvufun özgün ve sahih yapısını korumayı ve insanlara hakikatten sapmış hurafeler yığınını değil şeriat pınarından süzülmüş hikmeti aktarmayı dert edinmiş bir şahsiyettir de. Bu çerçevede onu hakikatten sapmış hurafeler ile mücadele eden reformcu bir derviş olarak tanımlamak da mümkündür.

Şeyh Nurullah Kürt edebiyat tarihinde belki ilk defa toplumsal meseleleri Kürt edebiyatına ekleyen kişidir. Tıpkı ittihad ve kardeşlik meseleleri ruh hastalıkları ilim fen ve teknikte Müslümanların yaşam mevzularını kendi şiirlerine eklemiştir. Şeyh Nurullah’ın şiirlerinde hem klasik üslup hem de modern üslup görünmektedir. Örnek olarak Peygamber efendimizi ( sav ) öven aşağıdaki ifadeleri sözün gelişi olarak övgüye almıştır.

Leyla u Züleyha u Ayazla şirin,
Sabah vaktiyim, ne yaparsın mum çırayla

Bir tel Zülfü çıkartsam örtülü perde altından,
Kurban olurlar irem bağında bir kaç peri

ŞÊX MUHEMMED NURULLAH CIZÎRÎ: ALIM, ARIF Û REWŞENBÎR

Onun peygamber ( sav ) efendimizi öven başka şiirlerine baktığımızda bu sefer çerçeve/modern konteksti görüyoruz ki bu şiirinde peygamber ( sav ) klasik ve modern edebiyatta karşılığı olmayan kahraman ve feylesoflarla övüyor. Seyda bu şiirinde Doğu ve batı aleminde olmuş veya olacak fikri çalışmalar ile uluslararası siyasi toplumlardan haberdardır. Hem din konusunda hem de felsefe konusunda klasik kahramanlar Aristoteles ve Platon ki bunlar antik Yunan bilgeleridir, Buda ve Konfüçyüs ki bunlar Çin ve Hindistan’ın kadim din bilgeleridir hem de modern zamanın bilgeleri olan Kant, Voltaire ve Rousseau gibi Alman ve Fransız bilgelerinden hepsinden haberdardır. Öbür taraftan kadim siyasi ve modern kahramanlardan olan Hüsrev, Nuşirevan, Keyhüsrev Otto von Bismarck, Gandi, Cevahir Lal ve Nehar’dan da haberdardır. Seyda bu isimlerin hepsini bir şiirinde yazıyor ve şöyle diyor:

Çok olan hikmet ve adalet eşiğinde,

Solon ve Nuşirevan görünsün.

Kayser, Hüsrev Bismark, gibi yüzlercesi,

Bin Konfüçyus ve Buda hizmetçi olsun sana...

Otursunlar büyük fermanının safına...

Bin Sokrat ve Eflatun gelsin,

Huzurunda hürmetle dursunlar Gandi ve Nehru gibiler...

Öpsünler rikabı...

İkbal, Rousseu, Voltaire ve Kant gibiler,

Senin medhinin himmeti ile oturup kalksınlar.

Son olarak genç yaşına sığdırdığı tüm ilmî ve irfanı çalışmalarının anlaşılması ve bir aksiyon insanı olarak yaptığı işlerin idrak edilmesi temennisiyle elinizdeki eseri hazırlayan oğulları İrşad Seyda ve Hazret Seyda’ya teşekkür ediyor, eserin ilim ve irfan dünyamıza hayırlı olmasını Cenab-ı Hak’tan niyaz ediyorum.

Prof. Dr. M. Nesim Doru

Yorumlar (0)
Namaz Vakti 22 Mart 2023
İmsak 05:33
Güneş 06:58
Öğle 13:16
İkindi 16:41
Akşam 19:24
Yatsı 20:44
Puan Durumu
Takımlar O P
1. Galatasaray 25 60
2. Fenerbahçe 24 54
3. Beşiktaş 25 49
4. A.Demirspor 25 45
5. Trabzonspor 25 44
6. Başakşehir 24 41
7. Kayserispor 25 38
8. Konyaspor 25 34
9. Karagümrük 24 31
10. Antalyaspor 25 28
11. Alanyaspor 25 28
12. Sivasspor 25 27
13. Kasımpaşa 25 26
14. Gaziantep FK 25 25
15. Ankaragücü 24 25
16. İstanbulspor 24 24
17. Giresunspor 24 23
18. Hatayspor 24 23
19. Ümraniye 25 22
Takımlar O P
1. Samsunspor 26 54
2. Eyüpspor 26 53
3. Pendikspor 26 47
4. Rizespor 25 46
5. Keçiörengücü 26 46
6. Sakaryaspor 26 46
7. Bodrumspor 26 41
8. Manisa FK 25 39
9. Boluspor 25 38
10. Bandırmaspor 25 37
11. Göztepe 25 35
12. Tuzlaspor 26 28
13. Altay 26 25
14. Adanaspor 26 25
15. Erzurumspor 25 24
16. Altınordu 25 20
17. Gençlerbirliği 25 17
18. Denizlispor 26 17
19. Yeni Malatyaspor 26 16
Takımlar O P
1. Arsenal 28 69
2. M.City 27 61
3. M. United 26 50
4. Tottenham 28 49
5. Newcastle 26 47
6. Liverpool 26 42
7. Brighton 25 42
8. Brentford 27 42
9. Fulham 27 39
10. Chelsea 27 38
11. Aston Villa 27 38
12. Crystal Palace 28 27
13. Wolves 28 27
14. Leeds United 27 26
15. Everton 28 26
16. Nottingham Forest 27 26
17. Leicester City 27 25
18. West Ham United 26 24
19. Bournemouth 27 24
20. Southampton 28 23
Takımlar O P
1. Barcelona 26 68
2. Real Madrid 26 56
3. Atletico Madrid 26 51
4. Real Sociedad 26 48
5. Real Betis 26 45
6. Villarreal 26 41
7. Athletic Bilbao 26 36
8. Rayo Vallecano 26 36
9. Osasuna 26 34
10. Celta Vigo 26 34
11. Mallorca 26 32
12. Girona 26 31
13. Getafe 26 29
14. Sevilla 26 28
15. Cadiz 26 28
16. Real Valladolid 26 28
17. Espanyol 26 27
18. Valencia 26 26
19. Almeria 26 26
20. Elche 26 13
Günün Karikatürü Tümü